Tomarkirin

Peyva "Hemayat" bi eslê xwe ji qada zimanê erebî û farisî ye û tê wateya "lênêrîn" û "parastin"ê. HEMAYAT komeleyeka serbixwe ya sîyasî û xêrxwaz e.

HEMAYAT ji sala 1995’an û vir ve li Vîyanayê wekû navendeka lênêrîna bijîşkî, derûnî û tedawîya derûnî ya ji bo kesên ku ji êşkenceyê û şerî rizgarbûyî, xwe ava kirîye.

Xizmeta me ya lênêrînê di bingeha xwe da bêpere ye, ne giring ku sîgortaya kesekî/-ê ya tenduristîyê hebe an na. HEMAYAT ji bo hemû kesên ku li welatê xwe an jî dema ku revîyane bûne xwedî serpêhatîyên gefxwer û biêş, vekirî ye.