Tomarkirin ji bo zarok û ciwanan

Tomarkirin li ba Hemayatê çawa çêdibe?

1. Tomarkirin: Bandorliwanhatî dikarin xwe bi rengekî şexsî an bi rêya telefonê di demên karî da (duşem/çarşem/înê di navber seet 8 – 13an da, sêşem/pêncşemê di navber seet 13 – 17an da) an bi rêya e-nameyê (anmeldung@hemayat.org) tomar bikin. Ji bo tomarkirinê, ji kerema xwe, belgeya me ya daneyan bikar bînin: ANMELDUNG

2. Hevpeyivîna zelalkirinê: Piştî tomarkirinê, em ê di nav çend hefteyan da bi we ra têkilîyê bikin, da ku ji bo hevpeyivîneka zelalkirinê hevdîtinekê li dar bixin. Çêkirina hevdîtinê bi telefonê encam dide. Hevpeyivîna zelalkirinê bi qasî 50 deqeyî dom dike, ger xwestek hebe, dê wergêrek ji bo we amade bibe. Ji kerema xwe, vedîtinên derûnsazî û lîsteya dermanên xwe ya heyî bi xwe ra bînin hevpeyivîna zelalkirinê. Di dema hevpeyivînê da, dê were zelalkirin, bê ka HEMAYAT ji bo daxwaza we cihê rast e, û em dikarin bi taybetî di rewşênên kesane da çi pêşnîyaz bikin ankû pêşkêş bikin.

3. Dema bendewarîyê: Mixabin, ji bo tedawîya derûnî ya takekesî demên dirêj pêwîst in. Lê belê, di dema bendemanê da, pêşnîyazên din jî hene, wekû pêşnîyazên komî yên livê û yên tedawîya derûnî an jî şêwirmendîyên dermangehî-derûnî. Di rewşên qeyranî da, hevdîtinên kesane pêkan in. Ev dikarin bi rêya nivîsgehê bên eyarkirin. Ji bo dermankirinên derûnsazî, hevdîtin bi gelemperî di nav du heta heşt hefteyan da tên dan. Heger jimara telefonê an navnîşana we biguhere, ji kerema xwe, me agahdar bikin!

4. Destpêka tedawîyê/Destpêka dermankirinê: HEMAYAT dê bi telefonê bi we ra têkilîyê bike, dema ku dermankirin bikare were destpêkirin. Tedawîya derûnî bi gelemperî hefteyê carekê pêk tê. Dirêjahîya tedawîya derûnî takekesî û bo her kesekî/-ê cûda ye ji ya yên din. Hevdîtinên bi derûnsazî/-ê ra di navberên dirêj ên du heta heşt hefteyan da pêk tên.

 

Hemayat çawa dikare alîkarîyê bike?

1. Tedawîya derûnî ya zarok û ciwanan: Armanca sereke ya tedawîya derûnî sivikkirin an jî jiholêrakirina êşan, alîkarîya di qeyranên jîyanê da û bipêşxistina tenduristîyê ye. Bingeheka giring a dermankirinê ew e ku ciheka ewle were afirandin ku tê da zarok û ciwan karibin tiştên acizker vebêjin. Lîstina bi hev ra rêbazeka tedawîyê ya giring e, bi taybetî ji bo zarokên biçûk.

Tedawîya derûnî bi gelemperî hefteyê carekê pêk tê û 50 deqeyî berdewam dike. Tedawî çiqas bidome, biryara pisporî ya tedawîkaran e. Heger pêwîst be, tedawîya derûnî li HEMAYATê ji hêla wergêrên bi taybetî perwerdekirî ve tê wergerandin. Hem tedawîkar û hem jî wergêr neçarî nepenîtîyê ne û hemî naveroka tedawîyê bi nepenî li ber çavan digirin - heta li hember dêûbav û lênihêrkeran jî. Ji ber ku hevkarîyeka baş giring e, heger pêwîst be, bi dêûbav/ lênihêrkeran ra hevpeyivîn tên kirin.

 

2. Komên tedawîya derûnî ya zarokan û yên tedawîya hunerî

Zarok û ciwan li ser komên temenî yên guncav tên dabeşkirin. Li gor temen û pêwîstîyên zarok û ciwanan, rêbazên ji hev gelek cuda tên bikaranîn: Mînak di dirûvdana afirîner da materyalên wekû herrî, dar, kevir an jî reng tên bikaranîn; zarok û ciwan dikarin lîstikvanîya şanoyî û amûrên muzîkê biceribînin û çîrokan vebêjin. Pêvajoya afirandina tiştekî bixwe çavkanîyên şexsî û hestê bi nirxê xwe xurt dike - zarok û ciwan dikarin şîyanên xwe yên şexsî vebînin. Karkirina bi hev ra jî di komê da giring e: zarok û ciwan di lîstina pev ra û danûstandina ezmûnan da kêfê dibînin.

Hemayat bo çi nabe alîkar?

Hemayat şêwirmendên hiqûqî û xebatkarên civakî naxebitîne. Ji ber vê yekê, em nikarin di lêgerîna xanî an karî da, an jî di pirsên li ser yekbûna malbatê û pêvajoya penaberîyê da alîkar bin. Di vê babetê da em berê we didin navendên şêwirmendîyê yên din ên ku di van mijaran da pispor in. Mixabin, ji ber demên me yên bendewarîyê, di dema pirsgirêk an qeyranên lezgîn da em nikarin di cih da amade bin. Ji ber vê em berê we didin navnîşanên rewşên awarte (li jêr binêrin).

Navnîşan ji bo rewşên awarte

Cihê mixabinîyê ye ku em nikarin di rewşa qeyranê da zû amade bin.

Di rewşa awarte da, em berê we didin navnîşanên jêrîn:…..

Navnîşan ji bo rewşên awarte

Cihê mixabinîyê ye ku em nikarin di rewşa qeyranê da zû amade bin. Di rewşa awarte da, em berê we didin van navnîşanan:

Ambûlansên lezgîn ên derûnsazî yên zarok û ciwanan:

Dermangeha Zanîngehê ya ji bo Derûnsazîya Zarok û Ciwanan (Univ. Klinik für Kinder- und Jugendpsychiatrie) (AKH): Währinger Gürtel 18-20, 1090 Wien, Südgarten KJP, qata 5em; ambûlansa lezgîn 24 seetan ji bo pirsgirêkên derûnsazî û lezgîn yên zarok û ciwanan, û bi taybetî ji bo qeyranên bilez û metirsîya xwekuştinê, vekirî ye. Ji bo rewşên lezgîn hûn ne hewceyî hevdîtinê ne. Ji kerema xwe di dema xebata ambulansê da herin ba pirsgehê, piştî demjimêr 16:00 li ser vê jimarê telefon bikin: 01 40400 - 61184.

Ambûlansa ji bo Derûnsazîya Zarok û CIwanan ya Rosenhügelê (Ambulanz für Kinder- und Jugendpsychiatrie Rosenhügel): Riedelgasse 5, 1130 Wien, Pavillon C; Xwetomarkirina berî wê biwext ya bi rêya telefonê pêwîst e, li ser: 01 880 00-339 di rojên xebatê da di navber seet 13.30-15.30an da ankû di rewşên lezgîn da ambûlansa lezgîn a 24 demjimêran.

Dermangeha Derûnsazî ya Zarok û Ciwanan (PSD):

Wolkersbergenstraße 1 (KH Hietzing), Pavillon 14, dergeh Versorgungsheimplatz

1130 Wien

Telefon 0676 8118 53359, 0676 8118 53348, 0676 8118 53427

Hevdîtin: ji duşemê heta pêncşemê di navber seet 11 - 19an da.

Boje - Dermangeha ji bo zarok û ciwanan di rewşên qeyranê da

Telefon 01 406 66 02 Hevdîtin: ji duşemê heta înê di navber seet 9 - 14an da

Trawma çi ye û çawa dikare di zarok û ciwanan da xwe nîşan bide?

Serpêhatîyên nekontrolbar û (ji bo jîyanê) xeternak wekû "trawma"ya derûnî, ankû birîneka gîyanî, tên binavkirin. Negihîştîyên ku neçar mane ji herêmên şerî birevin, pirî caran dibin qurbanîyên tundîyê an jî bûne şahidê tundîyê. Penaberên negihîştî yên bitenê di rewşeka awarte da ne, ji ber ku ew bi gelemperî bi tena serê xwe ne û dema ku direvin neparastî ne. Di gel vê yekê da jî, negihîştî dikarin di rêza duyem da jî barê trawmayên dêûbavên xwe hilgirin ser xwe: Dêûbavên ku ji birînên giran ên gîyanî yên bi trawmayên xeternak bo hebûnê ve girêdayî xilas bûne, pirî caran nikarin baldarîya pêwîst û hezkirina hestyarî têr pêşkêşî zarokên xwe bikin. Zarok tirs, nerehetî, depresyon û bêxewîya dêûbavên xwe dijîn.

Nîşaneyên bipiranî ên zarokan ku dikarin trawmatîzmê nîşan bidin:

     • Zarok xwe vedikişînin û xwe bêtir bi dêûbavên xwe ve girêdidin.

     • Ew bitirs in, çavtirsandî ne, pirî caran digirîn.

     • Ew lîstikeka berbiçav nîşan didin, mînak, rewşên tundûtûjîyê gelek caran ji nû ve tên lîstin.

     • Zarok dev ji axaftinê berdidin an jî livên masûlkeyî yên nekontrolbar çêdibin; bi şev dibe ku ew xwe şil bikin û di xwe da jî bikin.

     • Zarok gelek caran gazinan ji êşên laşî yên wekû zikêş, serêş an vereşînê dikin.

     • Di baldanê an ezberkirina agahîyên nû da zehmetîyê dikişînin.

 

 

 

Nîşaneyên bipiranî ên ciwanan ku dikarin trawmatîzmê nîşan bidin:

     • Bîranînên dûbarebûyî û bargiran yên serpêhatîyên trawmatîk: ev dikarin di kabûs, bîranînên ku bi zor tên bîra mirovan, an jî hizirîna di paşerojê da, da xuya bibin. Carinan ji bandorliwanhatîyan ra wisa dixuye ku rewşa tirsnak dê dîsa biqewime û ew êdî nema dikarin rastîyê ji xeyalan cûda bikin.

     • Ew xwe ji cih, raman, hest û rewşên ku trawmayê tînin bîra mirovî/-ê dûr dixin.

     • Bandorliwanhatî nikarin baş bikevin xew da an jî bi rehetî xewa xwe berdewam bikin; ew çavtirsandî û bitirs in, bi hêsanî aciz dibin û nikarin zû vegerin aramîya xwe. Agahîyên nû bi zehmetî dikevin serên wan da û zehmetîyan bi hişdan û têgihîştinê ra dikişînin.

     • Bandorliwanhatî pirî caran xwe vedikişînin, êşa hestên bêhêvîtî, valahî û bêkêfîyê dikişînin. Herwiha dibe ku hestên gunehkarî û şermê jî derkevin holê

     • Nîşaneyên bargiran dibin sedem ku hin kes (ve)xwarina madeyên zîyandar ên wekû alkol, nîkotîn û madeyên neqanûnî zêde bikin.

     • Ji bilî van jî, pirî caran nerehetîyên kontrolkirina livîneran, reftarên xwebirîndarkirin û ramanên xwekuştinê derdikevin holê.