Tomarkirin ji bo mezinan

Tomarkirin li ba Hemayatê çawa çêdibe?

1. Tomarkirin: Bandorliwanhatî dikarin xwe bi rengekî şexsî an bi rêya telefonê di demên karî da (duşem/çarşem/înê di navber seet 8 – 13an da, sêşem/pêncşemê di navber seet 13 – 17an da) an bi rêya e-nameyê (anmeldung@hemayat.org) tomar bikin. Ji bo tomarkirinê, ji kerema xwe, belgeya me ya daneyan bikar bînin: ANMELDUNG

2. Hevpeyivîna zelalkirinê: Piştî tomarkirinê, em ê di nav çend hefteyan da bi we ra têkilîyê bikin, da ku ji bo hevpeyivîneka zelalkirinê hevdîtinekê li dar bixin. Çêkirina hevdîtinê bi telefonê encam dide. Hevpeyivîna zelalkirinê bi qasî 50 deqeyî dom dike, ger xwestek hebe, dê wergêrek ji bo we amade bibe. Ji kerema xwe, vedîtinên derûnsazî û lîsteya dermanên xwe ya heyî bi xwe ra bînin hevpeyivîna zelalkirinê. Di dema hevpeyivînê da, dê were zelalkirin, bê ka HEMAYAT ji bo daxwaza we cihê rast e, û em dikarin bi taybetî di rewşênên kesane da çi pêşnîyaz bikin ankû pêşkêş bikin.

3. Dema bendewarîyê: Mixabin, ji bo tedawîya derûnî ya takekesî demên dirêj pêwîst in. Lê belê, di dema bendemanê da, pêşnîyazên din jî hene, wekû pêşnîyazên komî yên livê û yên tedawîya derûnî an jî şêwirmendîyên dermangehî-derûnî. Di rewşên qeyranî da, hevdîtinên kesane pêkan in. Ev dikarin bi rêya nivîsgehê bên eyarkirin. Ji bo dermankirinên derûnsazî, hevdîtin bi gelemperî di nav du heta heşt hefteyan da tên dan. Heger jimara telefonê an navnîşana we biguhere, ji kerema xwe, me agahdar bikin!

4. Destpêka tedawîyê/Destpêka dermankirinê: HEMAYAT dê bi telefonê bi we ra têkilîyê bike, dema ku dermankirin bikare were destpêkirin. Tedawîya derûnî bi gelemperî hefteyê carekê pêk tê. Dirêjahîya tedawîya derûnî takekesî û bo her kesekî/-ê cûda ye ji ya yên din. Hevdîtinên bi derûnsazî/-ê ra di navberên dirêj ên du heta heşt hefteyan da pêk tên.

Hemayat çawa dikare alîkarîyê bike?

1. Tedawîya derûnî: Armanca sereke ya tedawîya derûnî sivikkirin an jiholêrakirina êşan, alîkarîya di qeyranên jîyanê da û bipêşxistina tenduristîyê ye. Dermankirin di serî da ji hevpeyivînan pêk tê. Li gor rêbaza tedawîker ya derûnî, dermankirin dikare bi rahênanên laşî û karên afirîner were piştgirîkirin û bipêşvexistin.

Tedawîya derûnî bi gelemperî hefteyê carekê pêk tê û 50 deqeyî berdewam dike. Tedawî çiqas bidome, biryara pisporî ya tedawîkarî/-ê e ku bi xerîdarî/-ê ra tê dayîn.

Heger pêwîst be, tedawîya derûnî li HEMAYATê ji hêla wergêrên bi taybetî perwerdekirî ve tê wergerandin. Hem tedawîkar û hem jî wergêr neçarî nepenîtîyê ne û hemû naveroka tedawîyê bi nepenî li ber çavan tê girtin

2. Dermankirina derûnsazî: Hin derman dikarin nîşaneyên wekû bêxewî an dilsarîyê sivik bikin. Dermankirina derûnsazî yan berîya tedawîya derûnî pêk tê yan jî hevhesû wekû piştgirîkirinê tê bikaranîn. Hemayat nexweşan dişîne cem bijîkên di derûnsazîyê da pispor an jî wan agahdar dike, bê ka li ku derê dibe ku alîkarîyeka guncav were wergirtin.

 

3. Komên livê yên tedawîker: Kom ji bo jin û mêran ji hev cûda tên birêvebirin. Her komek ji hêla perwerdekarek û tedawîkarekî/-ê ve tê birêvebirin. Liv tendurustî û silametîyê bi gelemperî bi pêş ve dixe; Rahênanên taybet dikarin ji bo baştirkirina xewê, sivikkirina êş an tirsan bibin alîkar. Bi vî awayî, beşdar fêr dibin ku çi ji wan ra baş e û ew çawa dikarin alîkarîya xwe bikin.

4. Tedawîya hunerî: Carinan ne pêkan e ku mirov qala tiştê bûyî bike. Tedawîya hunerî fersendê dide ku hestên hundurîn bi rengekî dî werin vegotin: wêne û peyker bi materyalên wekû herrî, dar an jî boyaxê tên afirandin. Pêvajoya afirandina tiştekî bixwe çavkanîyên şexsî û hestê bi nirxê xwe xurt dike

5. Şîyatsû: Şîyatsû tedawîyeka laşî ye ku li HEMAYATê bi tedawîya derûnî ra tê pêşkêşkirin. Berevajî masajeka klasîk, xerîdar di dema dermankirina şîyatsûyê da bicil dimîne. Şîyatsû xwe wekû alîkar ji bo êş, tansiyon û nexweşîyên xewê îsbat kirîye û têgihîştina erênî ya laşî destek dike.

Hemayat bo çi nabe alîkar?

Hemayat şêwirmendên hiqûqî û xebatkarên civakî naxebitîne. Ji ber vê yekê, em nikarin di lêgerîna xanî an karî da, an jî di pirsên li ser yekbûna malbatê û pêvajoya penaberîyê da alîkar bin. Di vê babetê da em berê we didin navendên şêwirmendîyê yên din ên ku di van mijaran da pispor in. Mixabin, ji ber demên me yên bendewarîyê, di dema pirsgirêk an qeyranên lezgîn da em nikarin di cih da amade bin. Ji ber vê em berê we didin navnîşanên rewşên awarte (li jêr binêrin).

Navnîşan ji bo rewşên awarte

Cihê mixabinîyê ye ku em nikarin di rewşa qeyranê da zû amade bin. Di rewşa awarte da, em berê we didin van navnîşanan:

Sozialpsychiatrischer Notdienst

Akutpsychiatrien

Trawma çi ye?

Serpêhatîyên nekontrolbar û (ji bo jîyanê) xeternak wekû "trawma"ya derûnî, ankû birîneka gîyanî, tên binavkirin û dikarin bibin sedema nerehtîyên encamî yên trawmayê: Tiştek nema wekû berê ye. Bandorliwanhatî dibe ku hest bikin ku ew guherîne, bitirs bin, wan nerehetîyên xewê, kabûs an êşên laşî hebin. Hinek bihêrs in, êrîşok in, yan jî zehmetîyê bi baldanê ra dikişînin. Normal e ku gilî û pirsgirêkên weha encax (gelek) dereng xuya bibin - pirî caran dema ku bandorliwanhatî gihîştine Awisturyayê.

Nerehetîyên encamî yên trawmayê yên herî gelemperî nerehetîya bargiran ya piştî trawmayê, nerehetîya tirsê û depresyon in.

Trawma dikarin bibin sedema bertek û nîşaneyên cûda. Nîşane û êşên pirdîtbar li jêr tên dîyarkirin. Heger çend ji nîşaneyên dîyarkirî dubare bibin, pêkan e ku nerehetîyeka encamî ya trawmayê hebe. Zelalkirineka pisporî tê pêşnîyazkirin:

• Bîranînên dûbarebûyî û bargiran yên serpêhatîyên trawmatîk: ev dikarin di kabûs, bîranînên ku bi zor tên bîra mirovan, an jî hizirîna di paşerojê da, da xuya bibin. Carinan ji bandorliwanhatîyan ra wisa dixuye ku rewşa tirsnak dê dîsa biqewime û ew êdî nema dikarin rastîyê ji xeyalan cûda bikin.

 

 

• Ew xwe ji cih, raman, hest û rewşên ku trawmayê tînin bîra mirovî/-ê dûr dixin.

• Bandorliwanhatî nikarin baş bikevin xew da an jî bi rehetî xewa xwe berdewam bikin; ew çavtirsandî û bitirs in, bi hêsanî aciz dibin û nikarin zû vegerin aramîya xwe. Agahîyên nû bi zehmetî dikevin serên wan da û zehmetîyan bi hişdan û têgihîştinê ra dikişînin.

• Bandorliwanhatî pirî caran xwe vedikişînin, êşa hestên bêhêvîtî, valahî û bêkêfîyê dikişînin. Herwiha dibe ku hestên gunehkarî û şermê jî derkevin holê.

• Carinan êş, gêjbûn an jî madelihevketina neşîrovebar dixuyin ku tu ravekirineka bijîşkî bo wan tune ye. Zêdebûna hestê birçîbûn an windabûna heza bo xwarinê jî gengaz in.

• Nîşaneyên bargiran dibin sedem ku hin kes (ve)xwarina madeyên zîyandar ên wekû alkol, nîkotîn û madeyên neqanûnî zêde bikin.